Hejmara kesên tevlî mîtînga li Wanê bûne, sed hezar derbas kir

Partiya Çepên Kesk a niha li Wanê mîtîngê li dar dixe. Hejmara kesên tevlî mîtîngê bûne sed hezar kes derbas kir. Gel sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan û azadî’ berz dike.

Partiya Çepên Kesk li Wanê bi beşdariya sed hezar kesî mîtînga fînalê li dar dixe. Mîtîng li qada Beşyolê tê lidarxistin û sê bendên lêgerînê hatine avakirin. Gel sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan û azadî’ berz dike û îradeya xwe nîşan dide.

Hê jî bi hezaran kes li ber bendên lêgerînê ne û li bendê ne derbasî qada mîtîngê bibin. Gel ji Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtê û navçeyên din tê qadê. Gelê Wanê bi cil û bergên xwe yên neteweyî yên qadê û ev mîtîng yek ji mîtînga herî qelebalix a li Wanê ye.

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyûrek, Alîkarê Hevserokariya Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel û Alîkarê Serokê Giştî yê PÎA'ê Ahmet Kaya wê biaxivin.

Hunermend Ozlem Bağlayan û Ali Jiyan jî wê di mîtîngê de stranan bibêjin.